Erdhejê paytexta Tirkiyê, Enqere hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323086-erdhejê_paytexta_tirkiyê_enqere_hejand
Li navçeya Kalecîka Enqerê paytexta Tirkiyê, bi hêza 4.5 rîşteran erdhej çêbû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2021 06:25 Asia/Tehran
  • Erdhejê paytexta Tirkiyê, Enqere hejand

Li navçeya Kalecîka Enqerê paytexta Tirkiyê, bi hêza 4.5 rîşteran erdhej çêbû.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand; di saet 22:53ê de, li navçeya Kalecîk a girêdayî Enqerê, bi pileya 4,5 rîşteran erdhejek çêbû.

Di daxuyaniya AFADê de tê diyarkirin, erdhej 12 kîlometran di bin erdê de çêbûye.

Parêzgarê Enqerê Vasip Şahin li ser erdheja ku li Kalecîkê qewimî destnîşan kir: “Heta niha agahiyên jidestdana can û malên welatiyan negihiştiye parêzgarî û Qeymeqamiya Kalecîkê.”