Çile 10, 2021 10:49 Asia/Tehran
  • HDP daxwaza ' Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ' dike

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiyê ragihand ku derseke dilxwazî ya "Fêrkirina Zimanê Kurdî" têrê nake û ev partî daxwaza "Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî" dike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Êbrû Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiyê di konferanseke çapemeniyê da ragihand ku ev partî daxwaza "Perwerdehiya bi zimanê Kurdî" li Tirkiyê dike.

Wê wek bersiva pirseke K24ê di vî warî da got: "Derseke dilxwazî (Fêrkirina zimanê Kurdî) jibo 40 miliyon kurdî têrê nake. Divê Fêrkariya bi zimanê Kurdî bikeve pratîkê.

Hêjayî gotinê ye ku aniha li dibistanên Tirkiyê xwendekar heke bixwazin dikarin dersa "Fêrkirina Zimanê Kurdî" bibijêrin.

Gunayê got: Em bawer in ku fêrkirin bi zimanê zikmakî pêwîstiyek e. Em dixwazin ku ev dersa dilxwazî hema wisa hebe, lê pêwîstiya ciddîtir ev e ku Fêrkariya bi zimanê Kurdî pêk were. Çalakiya me di vî warî da didome. Platformek ku em jî têda ne,, dê li Amedê di vî warî da daxuyaniyekê bide ku em jî pişta wê digirin."

 

 

Serepeyv