Li Şirnexê - Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323048-li_Şirnexê_kana_komirê_hilweşiya_karkerek_asê_ma
Li bajaroka Bêspînê yê girêdahî navçeya Sîlopî ya Şirnexê, kana komirê hilweşiya û karkerek di bin de asê ma û karkerek bi giranî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2021 04:36 Asia/Tehran
  • Li Şirnexê - Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma

Li bajaroka Bêspînê yê girêdahî navçeya Sîlopî ya Şirnexê, kana komirê hilweşiya û karkerek di bin de asê ma û karkerek bi giranî birîndar bû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li bajaroka Bêspînê yê girêdayî navçeya Sîlopî ya Şirnexê kana komirê hilweşiya. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 karker asê man. Piştî teqînê ekîbên AFAD û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Karkerê bi navê Ahmet Mete bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Lêgerîna karkerê bi navê Mehmet Alî Aşkin jî, dewam dike.