Pêşbîniya rojnameya Guardian'ê: 2021 sala zêdebûna tundûtûjiya Erdogan dijî Kurdan e
Rojnameya Guardian'ê pêşbînî kiriye ku serokomarê Tirkiyê sala 2021ê dê tundûtûjiyeke Zêetir dijî kurdan bi taybet li Sûriyê pêk bîne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Rojnameya Guardian'ê pêşbînî kiriye ku serokomarê Tirkiyê sala 2021ê dê tundûtûjiyeke Zêetir dijî kurdan bi taybet li Sûriyê pêk bîne.
Guardianê di nivîsarekê derbarê bandora 21 rêberên cîhanê li ser alûgorên sala 2021ê, Erdogan wek kesekî ji van rêberan daye zanîn ku dê "Çîroka sala 2021ê" pêk bîne.
Li gorî pêşbîniya vê rojnameyê, Erdogan sala 2021ê herî zêde dê hewil bide ku dengên neteweperestan bi dest bixce û di vê rêkê da dê siyaseteke derveyî ya êrîşkeranetir bigire ber xwe û bala xwe nede ser babetên navxweyî.
Ji pêşbîniyên din ên vê rojnameyê têkildarî xebata ihtimalî ya Erdogan di sala 2021ê da, tundûtûjiya zêdetir dijî kurdên Sûriyê ye.
Di vî halî da, zexta hikûmeta Tirkiyê dijî kurdên vî welatî jîzêdetir bûye û her hefteyê bi ehan kurd bi behaneyên cûrbecûr ku di tawanên giştan da serpeyva "Têrorîsm" heye, tên girtin û zindanîkirin.
Zexta li ser HDPê û hilweşandina vê partiyê, destwerdana li Herêma Kurdistana Iraqê û avakirina baregehên nû yên leşkerî li navçeyên stratejîk ên bakurê Herêma Kurdistana Iraqê, bombebaran navçeyên sînorî ku hejmara goriyên sivîl zêde kiriye ji nîşaneyên zêdebûna zexta hikûmeta Tirkiyê li ser kurdên Iraqê ye.