Yekem vaksîna Koronayê ya Çînî gihişte Tirkiyê
Yekem beşa vaksîna Koronayê ya Çînî ku ji 3 milyon doz pêk tê gihîşt Tirkiyê.
Wezîrê Tendirurstiya Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku balafira beşa yekem a vaksînên Tirkiyê yên înaktîf vediguhêzîne, bi dema Hewlêrê saet 19.50 ji balafirxana Pekînê rabû, îro Çarşemê serê sibê saet 05:44ê gihîşt balafirxana Esenboga ya Enqerê.
17 konteyner vaksîna Covid-19ê bo depoyên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê hatin veguhestin.
Fahrettin Koca got: “Balafira ku beşa yekem a vaksînên me vediguhêzîne gihîşt balafirxana Esenboga ya Enqerê. 14 rojan tê bêne testkirin û pîştî wê dê bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Gel vaksîn destpê bike.”
Berî niha 2 caran dema şandina vaksîna Koronayê ya Çînê bo Tirkiyê hatbiû paşxistin.
Li gorî amara dawiyê ya ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin hejmara kesên bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane gihaye 20 hezar û 388 kesan û herwiha hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine 2 milyon û 178 hezar û 580 kes in.