Kanûn 28, 2020 22:10 Asia/Tehran
  • Erdogan: Biryara DMME ya bo azadkirina Demîrtaş binpêkarî ye

Serokomarê Tirkiyê careke din Demîrtaş wek “terorîst” binav kir û îdia kir ku dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar li ser bingeheke rast nedaye û “binpêkirin e” û herwiha rexne li CHPê jî girtin bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike.

Kabîneya Serokomariya Tirkiyê dawîn civîna xwe ya sala 2020 li dar xist û Receb Teyib Erdogan, Serokomarê Tirkiyê di konferanseke rojnamevanî de piştî civînê behs dawîn pêşhatên li navçeyê kir.

Biryara “demildest azadkirinê”ya Demîrtaş a Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) jî di rojeva Erdogan de bû û li gor, ew îdia dike ku biryara DMMEyê binpêkirin e û li gel keysên berê nagunce ku heman dadgehê biryar li ser dabûn.

Serokomarê Tirkiyê herwiha gelek tomet û boxtanan li Demîrtaş hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girê dide û îdia dike: “Li gor wan sikalanameyên derbarê wî de hatine nivîsîn, tometa kuştina 37 kes, hewla kuştina 29 kes, ziyangihandina bi 3777 mal û mulk, 395 dizî, 15 talankirin, şewitandina 13 alayên Tirkiyê, herwiha berpirsyariya sereke ya birîndarbûna 326 karmendên asayişê û 436 hemwelatiyan li ser e. Herwiha wî kesî çalakî û gotinên bêhejmar hene ku tê de piştevanî li terorê dike.”

Piraniya partiyên opozesiyon van tometa red dikin û wan wek hecet dizanin ji bo ragirtina Demîrtaş di nav zîndanê de.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, berî niha çend caran rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin ku Demîrtaş bêyî ti sedemê di zindanê de dihêle.

Ev gotina Kiliçdaroglu bû sedema hêrsbûna Erdogan û ji ber vê yekê rexne li CHPê û serokê wê Kiliçdaroglu girt. 

Serepeyv