Kanûn 28, 2020 12:22 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê hêzên xwe ji nuqteyeke din a dagirkirî li Sûriyê derxist

Dewleta Tirkiyê ji nuqteya El-Toqan a dagirkirî û dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê vekişiya.

Artêşa dewleta Tirkiyê vekişîna xwe ji nuqteyên leşkerî yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de didomîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku wesayîtên nû ji nuqteya El-Toqan a dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê derketin û ber bi baregehên xwe li çiyayê Zawiyê ve çûn.

Heta niha tenê 4 baregehên dagirkeriya dewleta Tirkiyê li herêmên hîn jî neketine bin kontrola hikumeta Şamê ew jî, nuqteya Iştebre li rojavayê Cisir El-Şixûr û El-Zeytûne li çiyayê El-Tirkmen û Silwa li gundewarên bakurê Idlibê û keleha Seman li gundewarên rojavayê Helebê.

Serepeyv