Ji ber Aşûtê, li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322647-ji_ber_aşûtê_li_colemêrgê_leşkerek_mir_leşkerek_jî_winda_ye
Li Colemêrgê ji du leşkerên di bin aşûtê de mabûn yek jê jiyana xwe ji dest da. Ji bo leşkerê winda jî lêgerîn didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2020 12:35 Asia/Tehran
  • Ji ber Aşûtê, li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye

Li Colemêrgê ji du leşkerên di bin aşûtê de mabûn yek jê jiyana xwe ji dest da. Ji bo leşkerê winda jî lêgerîn didome.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê duh aşût bi ser leşkerên ku rê ji berfê paqij dikirin hat. Du leşker di bin aşûtê de man. Wezareta Berevaniyê ragihand ku ji du leşkerên di bin aşûtê de mane yêk jê jiyana xwe ji dest daye û lêgerîna ji bo dîtina leşkerê din jî dome.