Kanûn 18, 2020 03:26 Asia/Tehran
  • Erdogan li Koşka Komarî pêşwazî li Kazimî kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro, li Koşka Komarî, pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir. Herdu alî bi hev re gotûbêj despê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya bo Enqerê de jibilî Erdogan dê li gel berpirsên pilebilind ên Tirkiyê bicive.

Di civînan de hevkariya dualî ya di navbera Iraq û Tirkiyê de û komek dosye û pirs ku cihê girîngiya hevbeş in di navbera herdu welatan de dê bên gotûbêjkirin.

Beşek ji bernama serdana Serokwezîrê Iraqê bo Tirkiyê;

-Kontrolkirina sînorê di navbera Iraq û Tirkiyê de

-Zêdekirina rêjeya bazirganî di navbera herdu aliyan de

-Hemahengiya taybet bi av, petrol û hinardekirinê

-Zêdekirina weberhênana Tirkiyê li Iraqê

-Rêya stratejî ya di navbera bendera mezin a Faw û Tirkiyê

-Pirsgirêka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

-Ragirtina êrişên asmanî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê

-Aktîvkirina rêkeftina pêdana vîze

-Aktîvkirina komîteya hevbeş a aborî ya di navbera herdu aliyan de

Serepeyv