Kanûn 14, 2020 23:39 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê zirara baran û lehiyê

Li Tirkiye ji ber baran û lehiyê li parêzgeha Îzmîrê du kes bê ser û şûn bûn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a IRIB Newsê îro Duşemê; Barana li Tirkiyeyê asta behrê bilind kir û deverên berfireh ên herêma Karşî Yakay ya Îzmîrê kete bin avê, li bajarên Menderes û Orla yên mirzmîrê bi dehan xanî û zevî zirar dît.
Barana tund li Antalya û Mersînê yên Îzmîrê jî bû sedema rabûna lehiyê, zirarek mezin da xanî, zeviyên çandiniyê û serayan û ji ber şemitîna çiya û şkestinên rê, têkiliya Antalya-Alanya ya li herêma Serîk asteng kir.

Tundiya bayê li sê parêzgehên hanê di saetê de di navbera 50-70 km de ye û mîqdara barînê 60-130 kg serê metrê çarkonc e.

Rêxistina Av û Hewayê hişyarî da parêzgehên Antalya û Mersînê rewş narencî ye û ji xelkê xwest ku herin deverên ewledar.

Serepeyv