Nirxê Lîrayê Tirkiyê roj bi roj kêm dibe
Kanûn 14, 2020 22:10 Asia/Tehran
Lîrayê Tirkiyê roj bi roj dihele û qîmeta wê kêm dibe.
Nirxê Lîrayê Tirkiyê roj bi roj kêm dibe. Ligel ku qîmeta dolar di piyaseyên navneteweyî de kêm bû, Nirxê lîrayê Tirkiyê jî dîsa kêm bû.
Eva ku hitmala dasepandina zextên Amerîka û YE ser Tirkiyê zêde bûye bûye sedem ku bihaya Lîrayê Tirkiyê zêde tir dakeve û biha kel û pelan li vî welatî zêde bibe.
Dolar derket ser 8 lîrayan û piştre daket 7.9 lîrayan. Vê sibehê jî dolar 7.85 û 7.87 de bû. Eûro jî 9,57 lîra ye.
Polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê li navçê û deryaya Spî û mudxileya wan li navçê û cîhanê, bêbaweriya li hemberî Tirkiyê û îhtimala zext û voykotan dijî vî welatî zêde kiriye. Eva bûye sedem ku kêmbûna bihaya Lîrayê Tirk bikeve lezgîniyê.