Reşnivîsa civîna Ewropa: Cezayên tund li dijî dewleta Tirkiyê hatin ferzkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322161-reşnivîsa_civîna_ewropa_cezayên_tund_li_dijî_dewleta_tirkiyê_hatin_ferzkirin
Yekitiya Ewropa, reşnivîsa civîna ku dê sibê li dar bixe amade kir û tê de banga ferzkirina cezayan li ser Enqerê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2020 01:26 Asia/Tehran
  •  Reşnivîsa civîna Ewropa: Cezayên tund li dijî dewleta Tirkiyê hatin ferzkirin

Yekitiya Ewropa, reşnivîsa civîna ku dê sibê li dar bixe amade kir û tê de banga ferzkirina cezayan li ser Enqerê dike.

Reutersê reşnivîsa Civîna YE`yê ya ku  dê sibê li dar bixe, belav kir. Di reşnivîsa civînê de banga ferzkirina cezayan li kesayet, şîrket û berpirsên dewleta Tirkiyê yên lêkolînê li deryaya Spî dikin, kir.

Li gorî reşnivîsê dê YE`yê lîsteyên din li ser bingeha lîsteya cezayên ku ji 2019`an ve hatine ferzkirin, pêk bîne û heke pêwîst bike dê çarçoveya xwe hîn berfirehtir bike.

Endamên YE`yê lêkolînê li ser gefên di Cotmehê de yên li ser cezayên li dijî dewleta Tirkiyê dikin. Ew ceza jî ji ber dewleta Tirkiyê li peravên Qubris û Yewnistanê li hîdrokerbonatê digire, hatin lêkolîninkirin.