Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê pişta lihevkirina Şengalê navbera Bexda û Hewlêrê girt
Kanûn 07, 2020 07:45 Asia/Tehran
Berpirsa medyayî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di axaftinekê da ji lihevkirina Şengalê navbera Bexda û Hewlêrê piştgirî kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Miliyetê, Serheng Şebnem Ak Top, Berpirsa medyayî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi lihevhatina Şengalê navbera Hewlêr û Bexdayê, got: "Hikûmeta Navendî ya Iraqê hevrê digel Herêma Kurdistanê bi mebesta vegeriyana dubare ya aramiyê û damezirandina pergala gelemperî li Şengalê roja 9ê Cotmeha îsal lihevkirinek wajo kirine ku em wek Tirkiye ji hewildanên di çarçova vê lihevkirinê piştgiriyê dikin. Em alûgorên vê navçeyê ji nêzik va dişopînin."