Berteka Enqerê derbarê nûçeyên derketina PKK ji Şengalê
Enqerê weşandina nûçeyên derketyina PKK ji Şengalê nebes da zanîn û pêkhatina vê yekê girêdayî bi pêngavên zêdetir da zanîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li dû weşandina nûçeyên derketina PKK ji Şengalê, Sena Alkan nûçegihana CNN Turkê tevî amajyea bi helwêsta Enqerê derheqê vê nûçeyê ji zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihand: "Tenê ragihandina derketina hêzên PKKê ji Şengalê jibo Tirkiyê bes nîne. Pêvajo dê bi vê hêsaniyê nebe. Vê yekê gişt dizanin."
Li gorî nivîsa CNN Turkê, Alkan di dewamê da ragihand: "Hin çavkaniyên dîplomatîk li ser vê yekê pêgirî kirine ku heke biryar be ku hêzên PKKê tenê ji navenda Şengalê derkevin û li Çiyayê Şengalê bi cih bibin, ev guhertin dê bi tu awayî bo me girîng nebe. Di vê rewşê nabe em bêjin ku PKK ji Şengalê derketiye. Ev pêvajo bi wateya dewama hebûna PKKê li Şengalê ye. PKK rêxistinek nîn eku ji wê derê li gorî xwesteka xwe derkeve. Rêxistinek jî nîne em bikarin ji şêwaza qanihkirinê jibo derketina hêzên wê sûdê werbigirin. Heke dixwazin lihevkirinên pêkhatî bi awayekî deqîq cih bînin, hin pêngavên din jî hene ku divê werin rakirin."