Mîrê Qatarê çû Tirkiyê ku beşdarî şeşemîn civîna komîteya dualî bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321770-mîrê_qatarê_çû_tirkiyê_ku_beşdarî_şeşemîn_civîna_komîteya_dualî_bibe
Mîrê Qeterê çû Tirkiyê daku beşdarî şeşemîn civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Duha-Enqerê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2020 20:33 Asia/Tehran
  • Mîrê Qatarê  çû Tirkiyê ku beşdarî şeşemîn civîna komîteya dualî bibe

Mîrê Qeterê çû Tirkiyê daku beşdarî şeşemîn civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Duha-Enqerê bibe.

Li gorî rapora Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (TRT) roja Pêncşemê, Mîrê Qatarê li Qesra Serokomariyê ya li Enqerê ji hêla Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi fermî hat pêşwazîkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê daxuyaniyek weşand û ragihand ku dê têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Qatar de li her alî û waran bêne nirxandin.

Pêngav û hewldanên pêwîst ji bo bêtir berfirehkirina hevkariyên dualî yên li ser bingeha hevbeşiya stratejîk wê werin nîqaş kirin

Pêşkeftinên herêmî û navneteweyî her weha îmzekirina peymanên hevkariyê di navbera du aliyan de dê mijarên din ên sereke yên civînê bibin.