Mîrê Qatarê çû Tirkiyê ku beşdarî şeşemîn civîna komîteya dualî bibe
Mijdar 27, 2020 00:03 Asia/Tehran
Mîrê Qeterê çû Tirkiyê daku beşdarî şeşemîn civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Duha-Enqerê bibe.
Li gorî rapora Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (TRT) roja Pêncşemê, Mîrê Qatarê li Qesra Serokomariyê ya li Enqerê ji hêla Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi fermî hat pêşwazîkirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê daxuyaniyek weşand û ragihand ku dê têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Qatar de li her alî û waran bêne nirxandin.
Pêngav û hewldanên pêwîst ji bo bêtir berfirehkirina hevkariyên dualî yên li ser bingeha hevbeşiya stratejîk wê werin nîqaş kirin
Pêşkeftinên herêmî û navneteweyî her weha îmzekirina peymanên hevkariyê di navbera du aliyan de dê mijarên din ên sereke yên civînê bibin.