Mijdar 24, 2020 09:14 Asia/Tehran
  • Leşkerên Almanyayê keştiyeke Tirkiyê sekinand

Leşkerên Almanyayê keştiyeke bar a Tirkiyê li başûrê nîvgirava Morayê sekinand.

Leşkerên Alman ku di çarçoveya mîsyona Yekitiya Ewropayê de ji bo kontrolkirina ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li peravên Lîbyayê ne, keştiyeke bar a Tirkiyê sekinand.

Keştiya 'ROSELINE-A' ya Tirk ku ji Stenbolê bi rê ketiye, duh (22'yê Mijdarê) bi şev ji aliyê firqateyna Almanyayê ve ku li Tevgera Îrînî wezîfedar e, li başûrê rojavayê nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê hate rawestandin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Almanya bi fikar bû ku di keştiyê de çek hene, lê belê Tirkiyê destûr nedaye ku lêgerîn bê temamkirin.

Serepeyv