Mijdar 23, 2020 16:21 Asia/Tehran
  •  139 kesên din li Tirkiyê ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn (heta 22ê Mijdarê) de 6017 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 139 kes mirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 139 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane duh 155 hezar û 516 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 17 milyon û 245 hezar û 617an.

Di 24 saetên dawîn (heta 22ê Mijdarê) de 155 hezar û 516 test hatin kirin, 6 hezar û 17 pêketî hatin tesbîtkirin, 139 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara miriyan gihişt 12 hezar û 358an.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 217, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3 hezar û 812 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 3 hezar û 741 hezar û 637an.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 70,8 e. Rêjeya tijebûna

ventîlatorê 37,6 e.

Serepeyv