Opozîsyona Almanyayê dixwaze qedexeya çekên Almanî daynin ser Tirkiyê
Partiyên opozîsyon ên Almanyayê yên wekî Partiya Keskan û Partiya Çep, ji ber alozî û nakokiyên li ser Sûriye, Libya, Rojhilatê Deryaya Spî û Qibrisê daxwaza danîna dorpêça çekan bo ser Tirkiyê dikin û pêşniyarnameya xwe dane meclisê.
Pêşniyarnama Partiya Çep bi sernivîsa "Bo Tirkiyê çek nînin" hatiye nivîsandin. Tê çaverêkirin ku heftiya pêş têkeve karnama parlemana federal. Herdû partî nikarin piraniya dengan bidest xwe ve bînin, lê dê wiha bikin ku ev babet têkeve rojeva parlemana wî welatî.
Partiya Çep di pêşniyarnama xwe de dibêje, Tirkiyê dixwaze xwe bigihîne çekên modern, dixwaze pîşesaziyeke leşkerî ya serbixwe û mezin ava bike û temamê çekên deryayî û peyadeyî û asmanî, tankên şer, balafiran, mûşek û dronan zêde bike.
Partiya Çep diyar dike ku bi saya ruxseta hikûmeta federal a Almanya, kompaniyên wî welatî bi buhayê 12 milyon û 800 hezar euroyan kelûpelên serbazî firotine Tirkiyê û bi van kelûpelan Tirkiyê artêşeke dronan ava kiriye.
Partiya Çep herwiha dibêje, ev dronên serbazî li Tirkiyê li hemberî Kurdan têne bikaranîn, li Iraq û Sûriyê û Libya û Qerebaxê jî hatine bikaranîn û rapor vê yekê piştrast dikin.
Ji ber van sedeman jî ew dixwazin ku ambargoya çekan li ser Tirkiyê were danîn.