Yekitiya Ewropa: Daxuyaniyên Erdogan rageşiyê gurtir dike
Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell, piştrast kir ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî ye û rageşiya gur dike.
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di serdana xwe ya ji bo beşê bakurê girava Qibirsê ya ji aliyê qibrisiyên tirk ve tê birêvebirin de, banga avakirina du dewletên wekhev li Qibrisê kiribû.
Li gorî Reutresê, Borrell piştî civîna ligel wezîrê derve yên dewletên wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê di kongreyeke çapemeniyê de got: "Nêzîkatiyên dawî yên Tirkiyê û daxuyaniyên wê yên dawî yên derbarê Qibrisê de li djiî biryarên Neteweyên Yekbûyî ne û rageşiyê gurtir dike."
Borrell herwiha got: "Em dibînin ku girîng e Tirkiye fêm bike ku nêzîkatiyên wê, wê ji tevlêbûna YE'yê bi dûr dixe. Ji bo vegera li atmosfêrên erênî wekî çawa em hêvî dikin guhertineke radîkal di xeta ku aliyê Tirkiyê dişopîne pêwîst e."
Yekitiya Ewropayê gefa ferzkirina cezayan li Tirkiyê xwar, ji ber kiryarên wê yên vekolandinê yên neqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî.