Yewnanistanê daxwaz ji Almanya kir keştiyên binderyayî nede Tirkiyê
Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias, daxwaz ji Almanya kir ku firotina keştiyên binderyayî yên ji cureyê 214 bo Tirkiyê ragire.
Li gorî medyaya Almanya, Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas re gotiye ku li Yewnanê 4 keştiyên wan yên ji cureyê 214 hene û bi saya wan li Başûrê Rojhilatê Deryaya Navîn û Egeyê serdestiya stratejîk di destê wan de ye.
Nikos Dendias dibêje, eger van keştiyên binderyayî bidin Tirkiyê, dê ew hevsengî bi rengekî negatîv têk here.
Dendias her wiha gotiye, zimanê Almanya yê nerm li hemberî Tirkiyê bê encam maye, ew siyaseta Almanya ya ji bo aramkirina tirkan biser neket û berdewamiya xebata keştiya Oruç Reis nîşana vê yekê ye.
Wezîrê Derve yê Yewnanistanê herwiha amaje bi wê yekê kir ku wan ji Konseya Ewropa daxwaz dikir ku peyameke zelal bigihînin Tirkiyê û bibêjin eger dawî li hewlên xwe neyne, ew dê dorpêçan deynin ser aboriya wan.
Li gorî Dendias, eger keştiyên binderyayî bidin Tirkiyê dê Yewnan bi wan çekên Almanya têkevin bin gefê.
Ev yek di demekê de ye ku Enqerê 6 keştiyên binderyayî ji cureyên 214 ji Almanya xwestine.