Muxalefeta Tirkiyê: Erdogan welat mîna şîrketeke malbatî bi rê ve dibe
Partiyên muxalefetê yên Tirkiyê îstîfaya Wezîrê Gencîne û Aboriyê û zavayê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan Berat Albayrak ji peywira bi "Gaveke pêşîn û asta aloziya dewletê nîşan dide" bi nav kir û destnîşan kir ku Erdogan welat mîna ku şirketeke malbatî be bi rê ve dibe.
Partiya sereke ya muxalefetê li Tirkiyê got îstîfaya Wezîrê Gencîne û Aboriyê û zavayê Serokomarê Tirkiyê Erdogan, Berat Albayrak ji peywira bi rêya daxuyaniyekê li ser instagramê gaveke pêşîn e û "Aloziya dewletê" nîşan dide. Partiyê darbeya ji nişkê ve ya li dijî rêvebirê banka navendî jî rexne kir.
Îstîfaya Albayrak zavayê Erdogan a ku bi heceta sedemên tenduristiyê piştî rojekê ye ku serokê Bankeya Navendî Murat Uysal ji kar tê dûrxistin û di şûna wî de Wezîrê Gencîne û Aboriyê yê berê Nacî Îqbal tê wezîfedar kirin. Sedema van pêgavan nehatin ragihandin, lê berprisên partiyên muxalifetê dibêjin ew piranî ji ber têkçûna lîreya Tirkî ye.
Di kongreyeke çapemeniyê de ku li Enqerê pêk hat, Serokê Partiya Komarger a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got, Erdogan welat bi rê ve dibe mîna ku "Şirketeke malbatî ye". Her wiha got, banka navendî serxwebûna xwe winda kir.
Kemal Kiliçdaroglu anî ziman ku cihê şermê ye ku çapemeniya Tirkiyê di nava 24 saetan de behsa îstîfayê nekir.