Mijdar 09, 2020 17:53 Asia/Tehran
  • Daxwaza Tirkiyê bo zêdekirina kirrîna gazê ji Îranê

Alîkarê wezîrê neftê yê Îranê qala daxwaza Tirkiyê bo zêdekirina kirrîna gazê ji Îranê kir.

 Hesen Muntezir Torbetî, alîkarê wezîrê neftê yê Îranê  û rêveberê şîrketa neteweyî ya gaza Îranê roja Duşemiyê got: "Peymana  derfirotina gaza Îranê bo Tirkiyê bi qasê salê 10 milyar mêtrê kûp gaza xwezayî ji sala 2001`an bo mideha 25 salan hatiye girêdanê."

 Torbetî bal kişand  ser vê yekê ku sercem derfirotina gaza Îranê bo Tirkiyê par li çarçoveya  naveroka peymanê cih hatiye û got: "Vê dawiyê hin daxwazî bona zêdekirina firotina gazê bo Tirkiyê ji aliyê vî welatî hatiye hilêxistin ku muzakira wê di rojevê de ye."

 Alîkarê wezîrê nefta Îranê her wiha li bara derfirotina gazê bo welatên cîran got: "Niha ticareta gazê tev Komara Azerbaycanê bi riya Sowap gazê ji Astara bo navça xweser a Nexcewanê bi zirûfa yek milyon mêtrê kûp li rojê berdewam e û derfirotina gazê bo Iraqê jî derbasî qonaxa peymanê bûye ku navbera 25 heta 35 milyon mêtrê kûp li rojê li gor demsalê ye."

 

Serepeyv