Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê îstîfa kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321202-wezîrê_gencîne_û_aboriya_tirkiyê_îstîfa_kir
Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak di daxuyaniyekê de aşkere kir wî dest ji kar berdaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 08, 2020 19:48 Asia/Tehran
  • Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê îstîfa kir

Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak di daxuyaniyekê de aşkere kir wî dest ji kar berdaye.

Beriya bi demekê Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak ku  zavayê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Instagramê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir ku wî dev ji erka xwe berdaye.

Ev yek di demekê de ye ku qeyraneke aborî li Tirkiyê serî hil daye û nirxê lîreyê Tirkiyê beramber dolarê Amerîkî gelekî kêm bûye. Niha bihayê 1 dolarî Amerîkî bûye 8.57 lîreyê Tirkiyê.