Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê hat wêdadayîn
Mijdar 07, 2020 17:17 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê bi hukmekî Serokê Banka Navendî ya vî welatî wêda danî.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya France Pressê, Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tirkiyê Mirad Oysal, Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê wêda danî.
Li gorî vê raporê, Nacî Iqbal Wezîrê Heyitiyê yê berê li delweta Erdoxên wek Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê yê nû hatiye tayinkirin.
Li gorî gotina karzanan, ev biryar li pey kêmbûna sedî 40 a bihayê Lîreya Tirkiyê li hemberî dolara Amerîkayê di rojên dawî da hatiye dayînê.