Li Wanê qedexeya çalakiyan bo 15 rojên din hat dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321114-li_wanê_qedexeya_çalakiyan_bo_15_rojên_din_hat_dirêjkirin
Li parêzgeha Wanê ya Kurdên Tirkiyê qedexeya xwepêşandan û kombûn û çalakiyan ku zêdetirî 4 salan e bê navber berdewam e, bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2020 07:44 Asia/Tehran
  • Li Wanê qedexeya çalakiyan bo 15 rojên din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Wanê ya Kurdên Tirkiyê qedexeya xwepêşandan û kombûn û çalakiyan ku zêdetirî 4 salan e bê navber berdewam e, bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Biryara dirêjkirina qedexeya çalakiyan ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatiye dan.

Li gor daxuyaniya ku Parêzgariya Wanê belav kiriye, qedexeya çalakiyan ji roja Pêncşemê 5ê Mijdara 2020an ve destpê dike û heta 19ê Mijdarê, wate bo dema 15 rojan berdewam dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku hemû corên çalakiyan ên weke kombûn, xwepêşandan, girev û meş û vedana çadiran li tevahiya sînorê Wanê qedexe ye.

Ji 21ê Mijdara 2016an û şûnde, qedexeya çalakiyan li sînorê parêzgeha Wanê bê navber hatiye dirêjkirin.

Dewleta Tirkiyê dewsa ragihandina rewşa awaete li deverên kurdnişîn, qedexekirina gişt çalakî û kombûnan radigihîne ku bi tenê navê wan ne wek heve.