AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321081-akp_mhp’ê_pêşniyaznameya_4’ê_mijdarê_ya_hdp’ê_red_kirin
Pêşniyaznameya HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2020 04:49 Asia/Tehran
  • AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin

Pêşniyaznameya HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” pêşniyaznameyekê da meclisê û daxwaz kir ku pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bên lêkolînkirin. HDP’ê di pêşniyaznameya xwe de qala bêhiqûqiya li hemberî xwe kir û destnîşan kir ku darbeya siyasî ya li hemberî wan ji bo pêşeroja Tirkiyê bûye sedema texrîbatên mezin. Pêşniyaz dema ku ket dengdanê bi dengên parlamenterên AKP-MHP’ê hat redkirin.