Mijdar 04, 2020 14:56 Asia/Tehran
  • Parêzerên du kurdên artêşa Tirkiyê ew ji helîkoptêrê avêtibûn serî li Dadgeha Destûra Bilind dan

Parêzerên Servet Tûrgût û Osman Şiban ên ku artêşa Tirkiyê ew ji helîkoptêrê avêtibûn jêr serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk dan.

Parêzerên Servet Tûrgût û Osman Şiban ku li navçeya Şaxê piştî destgîrkirinê ji helîkopterê hatibûn avêtin, bi sedema ku azadiya wan a lêgerîna maf hatiye sînorkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê dan.

Di 11’ê îlonê de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên sivîl Servet Tûrgût û Osman Şiban destgîr kiribûn û piştre jî ew ji helîkopterê hatibûn avêtin. Servet Tûrgût ji ber vê avêtin û îşkenceya giran ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da bû û Osman Şiban jî hîn rewşa wî pir giran û xedar e. Parêzerên Tûrgût û Şiban, bi sedema ku azadiya wan a lêgerîna maf hatiye sînorkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkan dan.

Serepeyv