Mijdar 03, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Festîval îsal 'Ji bo her kesî edalet'ê digire dest

Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal di navbera 20-26'ê mehê de online li dar dikeve. Bernameya festîvalê jî bi ser online hat eşkere kirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Festîvala Sûc û Ceza ku her sal li ser edaletê re fîlm û mijarên bi vî rengî digire dest carek din li dar dikeve. Festîval îsal di sala xwe ya 10'an de ye. Ji ber rewşa pandemiyê vê festîvalê jî tevdîr girtin û bi ser online re dê li dar bikeve. Daxuyaniya eşkerekirina bernameyê jî bi vî awayî çêbû. Ji bo eşkerekirina bernameya festîvalê bi ser bernameya Zoomê daxuyaniya çapemeniyê hate organîzekirin. Derhênera Festîvalê Prof. Dr. Bengi Semerci li ser bernameya festîvalê daxuyanî da çapemeniyê. Mijara bingehîn a festîvalê ya îsal "Ji bo her kesî edalet" e. Serokê Festîvalê Prof. Dr. Adem Sozuer li ser festîvalê axivî û got ku di 10 saliya festîvalê de ew hêvî dikin bi ser online re be jî bikaribin balê bikişînin ser vê meseleyê.

'Her roj banga girtina Însanan tê kirin'

Sozuer diyar kir ku wan "mijara masûmiyetê hilbijartiye" û wisa got, "Di nav rojê de bêyî li mijara masûmbûnê bê nêrîn kes têne sûcdar kirin. Di bûyerên siyasî û civakî de jî ev yek wisa ye. Ger biryareke teqez tunebe divê em mirovan sûcdar nîşan nedin. Di vî warî de rewş çawa çêdibe, emê vê bigirin dest. Di nav tora civakî de jî her şev hin têne Sûcdar kirin, banga tewqîfkirina wan tê kirin, ji wan hin têne girtin jî. Ev kirin hemû binpêkirinên mafê masûmbûnê ne. Di warê kuştina jinan de jî, sûcdar nîşandayîna penaberan jî, ev hemû binpêkirinin in."

Her wiha Prof. Dr. Sozuer diyar kir ku îsal 60 akademîsyen dê teblîxan pêşkêş bikin, ewê ji gelek welatên dinyayê akademîsyen û sînemageran bînin ba hev û perspektîfa akademîk derxin pêş, bikin ku ka çawa dikarin rewşek adilane saz bikin. Dîsa Sozuer diyar kir ku ew wekî her sal van teblîxan dê wekî pirtûk çap bikin.

Festîval 19'ê mehê bi merasimeke dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê dest pê bike. Festîval dê hefteyek bidome û bi dehan fîlmê li ser edaletê dê bêne nîşandayîn. Fîlm bi ser platforma online scope re dê bêne nîşandayîn. Hevpeyvînên ligel derhêneran jî dê ji ser hesabê instagramê ya festîvalê re li dar bikevin.

Xelatên Teraziya Zêrîn

Di festîvalê de Xelatên Teraziya Zêrîn di warê navneteweyî, neteweyî, kurtefîlman de têne dayîn. Juriya Festîvalê di bin serokatiya sînemagera ji Hindistanê Leena Yadava de dê Xelata Teraziya Zêrîn diyar bike. Endamên din ên juriyê Omur Atay, Rodd Rathjen, Alin Taşçiyan û Tuba Unsal in.

Di beşa Pêşbaziya Teraziya Zêrîn de ev fîlm hene:

- Veins of the Word / Dunyanin Damarlari / Almanya

- The Seeds We Sow / Ektigimiz Tohumlar / Fransa

- A Common Crime / Kolektif Suç /  Arjantîn

- Submission / Teslimiyet / Portekîz

- Contry Lines / Uyuşturucu Kuryesi Çocuklar / Îngilistan

- The Alien / Yabanci / Îran

- Yaşamak / Tirkiye

- On Old Lady / Yaşli Kadin  / Koreya Başûr

Her wiha di beşên Pêşbaziya Neteweyî û Kurtefîlman de jî xelat dê bêne belavkirin.

Ji bilî nîşandayîna fîlman 2 panel, 2 atolye û gotûbêj jî dê li dar bikevin.

Xelatên Rûmetê

Festîval wekî her sal îsal jî xelatên rûmetê dide hin kedkarên di vî warî de. Xelata Rûmetê ya Sînemyê dê bidin Agnieska Holland, Xelata Rûmetê ya Akademîk dê bidin Paulo Pinto De Albuquerque û xelata Keda Ji bo Sînemayê jî dê bikin Ugun Îçbak.

Serokê Festîvalê Prof.Dr.Adem Sozuer bal kişand ser edaletê û got ku bêyî sûcê hebe girtina kesan binpêkirina xala masûmiyetê ye.

 

 

Serepeyv