Mijdar 02, 2020 16:21 Asia/Tehran
  •  Ermenistanê hişyariya belavbûna terorê da

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê piştî girtina 2 çeteyên sûrî yên girêdayî Tirkiyê ku li kêleka artêşa Azerbêcanê şer dikir, diyar kir ku dê Ermenistan şerê li dijî terora navneteweyî bidomîne û hevkariya di vî warî de bi tevahiya hevalbendên têkildar re berdewam bike.

Di daxuyaniyê de ku ajansa ‘Ermenpress’ weşandibû, wiha hate gotin: “Di 1`ê Mijdarê de yekîneyên leşkerî yên girêdayî Artêşa Parastinê ya Qerebaxê terorîstekî din ku di şerê Qerebaxê de alîkariya artêşa komara Azerbêcanê dikir, girt. Çeteyê hatiye girtin bi navê Yûsif Elaa El-Hacî ye û ji gundê Ziyadiyê yê ji herêma Cisir El-Şixûr li parêzgeha Idlibê li Sûriyê ye.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxisitn ku Artêşa Parastinê ya Qerebaxê di 30`yê Cotmehê de çeteyekî din bi navê Mahrab Mihemed El-Şexîr ê ji bajarên Hemayê yê Sûriyê girtibû.

Li gorî daxuyaniyê, Ermenistanê gelek caran behsa wê yekê dikir ku dewleta Tirkiyê çeteyên biyanî ji Rojhilata Navîn bi taybetî li Lîbya û herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, bi çek dike û piştre wan li herêmê belav dike.

Her wiha hate destnîşankirin ku ne tenê hêzên îstixbaratê yên dewletên Koma Mînskê ya girêdayê Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê û gelek hevalbend û civaka navneteweyî pêkanîna sûcan li dijî gelê Qerebaxê piştrast dikin, lê belê ev yek bi awayekî yekser ji hêla terorîstan ve hate piştrastkirin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên ku hatine bibîrxistin di îfadeyên xwe de agahiyên berfireh ên girêdayî leşkerkirin, pereyên ku mehane li hemberî şerê "gawiran" digirin, pereyên ku li beramberî serjêkirina her “gawirekî” digirin û planên din, parve kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku veguhastina cîhadîstan ji herêma Qerebaxê re, niyetên dewleta Tirkiyê û Komara Azerbêcanê yên belavkirina fitneya olî eşkere dike.

Wezaretê hişyarî da ku teror bi rêbazeke nû belav dibe. Belavkirina terorîstên biyanî û cîhadîst ên ji Rojhilata Navîn li herêma Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê gefeke nû li ser ewlehiya navneteweyî û herêmî çêdike.

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê wiha lê zêde kir: “Ermenistan, di şerê li dijî terora navneteweyî de dê gavan biavêje û bi hevalbendan re hevkar be.”

Serepeyv