Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê zêde dibe
Li Îzmîrê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe û li gor AFADê heta niha 79 kesan canê xwe ji dest dane.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê de heta niha 79 kesan canê xwe ji dest dane û 962 kes jî birîndar bûne.
AFADê aşkere jî kir ku xebatên lêgerînê li 8 avahiyan berdewam in û diya jî kir, piştî erdhejê 1120 paşlerz qewimîne ku hêza 43 ji wan di ser 4.0 de bûye.
Li aliyê din zarokeke 3 salî piştî 65 saetan ji bin kavilan hat derxistin. Ew zaroka bi navê Elîf Perînçek bo nexweşxanê hat veguhastin.
Dayik û 2 xwîşkên Elîfê jî berî niha hatibûn rizgarkirin, lêbelê birayê wê yê bi navê Umut canê xwe ji dest dabû.
Wezîrê Bajarvaniya Tirkiyê Murat Kurum jî aşkere kir ku ew dê bo her malbateke berketiyên erdhejê bi qasî 30,000 lîreyê Tirkî alîkariyê pêşkêş bikin.