Li Rihayê - Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
Dêra Germûşê ya ermeniyan û derdora wê, bûye wargeha defînegeran. Desteya Wezîran Dêra germûşê wekî "navenda turîzmê" îlan kiribû.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 'Bariş Polat' nivîsiye: "Li Taxa Germûrç a navçeya Halîliye ya Rihayê, Dêra Germûşê ya ermeniyan ku tê gotin di sedsala 19'an de hatiye çêkirin, bûye wargeha defînegeran. Wezareta Çand û Turîzmê pêşniyar kiribû ku Dêra Germûşê bibe "navenda turîzmê" û piştî vê pêşniyarê Desteya Wezîran jî di 23'yê Cotmeha 2011'an de Dêra Germûşê wekî "navenda turîzmê" ragihandibû. Par ji bo restorekirina dêrê Qeymeqamtiya Halîliyeyê raporek amade kiribû û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê proje daxilî nav Bernameya Piştgiriyê ya Malî kiribû. Lê belê cardn jî ne dêr û ne jî derdora wê nehatiye restorekirin."
GUNDÊ GERMÛRÇÊ
Ermeniyan navê Germûrç û kurdan jî navê Germûşê li vî gundî kiribû. Di wextê xwe de gundê herî mezin ê bajêr bûye. Gund li quntarê Çiyayê Germûşê ye û 5 kîlometreyan dûrî Xerabreşkê ye. Li gund gelek tûnel û şikeft hene.
TALAN
Tê gotin piştî qirkirina 1915'an gund tahsîsî fermandarê Alaya Hemîdiyeyê Sumer Paşa hatiye kirin. Hîn jî gund di destê mîratgirên Sumer Paşa de ne. Di sedsala 21'emîn de jî li vî gundê dîrokî defînegeran gor kolandin û gelek dever serobino kirin. Şikeftên dîrokî kirin axur û ji dêra Sûrp Hovhannes, Sûrp Hagop û Sûrp Mînas ku li derdora gund bûne, tenê bermayiyên wan mane. Gund, niha kavilbûyî ye. Her wiha ji xeynî Dêra Germûşê du dêrên din jî hebûne, lê belê niha tenê navê wan û li şûna wan çend kevir mane.
LI BER XWE DIDE
Li vî gundê dîrokî ji xeynî hin bermayiyên manastir, dibistan û goran Dêra Germûşê li ser pêyan maye. Hagor Ardvîsyan di sala 1881'ê de dêr restere kiriye û heya sala 1915'an wekî îbadetxaneya ermeniyên otrodoksî hatiye bikaranîn. Defînegerên çav berdane dêrê ber stûnên wê bi qasî 2-3 metreyan kolandine û her wiha li hin deverên veşarî yên dêrê jî hin cih hatine kolandin. Herî dawî di sala 2013'an de gava hatbû bihîstin dêr wekî axur tê bikaranîn, rayedara tevgeriyabûn û nobedarek danîbûn ber wê û tabeleyeke li ser dîroka wê nivîsandî danîn ber deriyê bê. Lê belê niha ne nobedar heye ne jî tabela. Wezareta Çand û Turîzmê pêşniyar kiribû ku Dêra Germûşê bibe "navenda turîzmê" û piştî vê pêşniyarê Desteya Wezîran jî di 23'yê Cotmeha 2011'an de Dêra Germûşê wekî "navenda
turîzmê" ragihandibû. Par ji bo restorekirina dêrê Qeymeqamtiya Halîliyeyê raprek amade kiribû û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê proje daxilî nav Bernameya Piştgiriyê ya Malî kiribû. Lê belê cardn jî ne dêr û ne jî derdora wê nehatiye restorekirin.
Dêra Germûşê ku niha bûye wargeha defînegeran, hindik maye hilweşe.