Cotmeh 31, 2020 21:40 Asia/Tehran
  • Erdheja li Îzmîrê: Hejmara qurbaniyan Îzmîr zêde bû

Li Îzmîrê malbateke 5 kesî ku ji dayik û 4 zarokan pêk tê, piştî 23 saetan ji bin avahiyên rûxiyayî hatin derxistin. Xebatên bo rizgarkirina zarokekî jî berdewam in.

Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê akademîsyena bi navê Seher Derelî û 4 zarokên wê di bin avahiyekî rûxiyayî de mabûn û xebat ji bo rizgakirina wan hatibûn destpêkirin.

Ew xebatên rizgarkirinê gihîştin encamê û piştî 23 saetan Seher Derelî li gel 3 zarokên xwe hat rizgarkirin û xebatên ji bo rizgarkirina zarokek din jî berdewam in.

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê lêgerîna li pêy qurbanî û kesên sax berdewam e ku ji ber erdheja duh di bin kavilan de mane.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê li Îzmîrê, heya niha 28 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 72 kes jî bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin. Ji ber wê erdhejê nêzîkî 885 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin ku proseya lêgerînê ya ku li 17 avahiyan destpê kiribû, li 9 avahiyan bidawî bûye û li 8 avahiyên din jî lêgerîn berdewam dike.

Ji bajarên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî tîmên hewarçûnê çûne bajarê Îzmîrê da ku beşdarî karê lêgerînê bibin.

Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Şaredariya Enqerê Mensûr Yavaş jî îro çûne Îzmîrê li cîhê kavilan geriyan. Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê biryar da ku ji bo dema hefteyekê li Îzmîrê dibistan bêne girtin û xwendin nebe.

Serepeyv