Di Erdheja Îzmîrê de heta naha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320923-di_erdheja_Îzmîrê_de_heta_naha_26_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_dane
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê ya bi hêza 6,6ê de heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 804 kes jî birîndar bûne û muhtemel e hejmara miriyan zêde bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2020 06:47 Asia/Tehran
  • Di Erdheja Îzmîrê de heta naha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê ya bi hêza 6,6ê de heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 804 kes jî birîndar bûne û muhtemel e hejmara miriyan zêde bibe.

Li Îzmîrê xebatên lêgerîna kesên di bin kavilan de mane didome û xelkê Îzmîrê şeva borî di nav çadiran de û li derve şeva xwe derbas kirin.

Li gor amarên Wezreta Navxwe û AFADê ya Tirkiyê heta niha 26 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, herwiha 804 kes birîndar bûne ku 743 kes li Îzmîrê, 5 kes li Manîsayê, 2 kes li Balikesîrê û 54 kes jî li Aydinê bûne.

Herwiha li gor zanyariyan 341 paşlerzeyên din li wî bajarî çêbûne û xebatên lêgerînê yên ku li 17 avahiyan destpêkiribû, li 8 avahiyan bi dawî bûye û li 9 avahiyên din jî lêgerîn berdewam dike.

Herwiha ji tirsa paşlerzeyan û herifîna avahiyan şeva borî xelkê navçeya Erdhejê li derveyî malên xwe şeva xwe derbas kirin.

Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê jî derbarî erdhejê de û xirabiya mercên endazyariyê yên avahiyê de ku herifî ne, lêpirsîn daye destpêkirin.