Balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirkiyê gihêşt Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320687-balafireke_bar_a_leşkerî_ya_dewleta_tirkiyê_gihêşt_lîbyayê
Vê sibehê balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirkiyê ku ji Stenbolê diçû, gihêşt Balafirgeha Eqebe bin Nefîe ya li herêma El-Wetiye ya başûrê Terablusê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2020 09:41 Asia/Tehran
  • Balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirkiyê gihêşt Lîbyayê

Vê sibehê balafireke bar a leşkerî ya dewleta Tirkiyê ku ji Stenbolê diçû, gihêşt Balafirgeha Eqebe bin Nefîe ya li herêma El-Wetiye ya başûrê Terablusê.

Malpera ‘Flight Radar’ diyar kir ku balafira Lockheed C-130 ya Tirkiyê bi koda 222`yan, roja îro saet di 05:30'an de ji balafirgeha Stenbolê rabû û berê xwe da balafirgeha El-Wetiye ya li rojavayê Lîbyayê ku di bin serweriya dewleta Tirkiyê de ye û veguheriye baregeheke leşkerî ya dewleta Tirkiyê li erdên Lîbyayê.

Tevî nêzîkatiya navneteweyî û herêmî ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê jî, lê belê dewleta Tirkiyê veguhastina çek, alavên leşkerî û çeteyan ji hikumeta Serac û komên çeteyên alîgirên wê yên li rojavayê Lîbyayê re, dewam dike.

Hefteya borî, 7 balafirên bar ên leşkerî yên Tirkiyê ji balafirgehên Stenbol, Enqere û Qonyayê gihêştin rojavayê Lîbyayê.