Cotmeh 17, 2020 14:51 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê ji bo dema 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Li parêzeha Colemerga başûrê rojhilata Tirkiyê, civîn, mitîng, xwepêşandan û hemû cûrên din ên çalakiyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, ji derveyî çalakiyên bi destûra Walîtiyê û qeymiqamtiye, encamdana çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, grêva birçîbûnê, vegirtina çadiran û hemû cûrên çalakiyên weke wan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji roja Yekşemê 18ê Cotmeha 2020an demjimêr 00:01ê destpêdike û heta bi 01 Mijdara 2020an demjimêr 23:59ê berdewam dibe.

Biryara qedexeya çalakiyan, bi hcet û mihaneya berevaniya ewlehiya netewî û rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatiye dayîn, lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin ev qedexe ji bo girtina pêşiya nîşandana nerizamendiyên li dijî hewldanên dewletê yên li dijî kurdên Tirkiyê pêk hatiye.

Serepeyv