Cotmeh 15, 2020 16:12 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Erdogan û Putîn derbarê Qerebax

Serokomarê Tirkiyê bi telefonê bi serokomarê Rûsyayê re ser rewşa Qerebaxê û şerê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê axivt.

Li gor malpera TRT serokomarê Tirkiyê Receb Teyib erdogan di gotûbêja xwe bi serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtî re got: Ermenistanê bi êrişa ser axa Komara Azerbaycanê krîzeke nû çê kiriye.

Erdogan herwiha îdia kir ku Ermenistan hewl dide dagirkieina 30 salî ya Qerebaxê bike hertimî.

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn jî ji serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re fukarên xwe ji ber şandina çeteyan li Qerebaxê re eşkere kirin.
Kremlin daxuyand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji  Erdogan re metirsiyên xwe der barê beşdariya çekdarên ji Rojhilata Navîn di nakokiya li Qerebaxê de ya di navbera Ermenistan û Komara Azerbêcanê de eşkere kirin.

Pûtîn piştrast kir ku ew bi hêvî ye dewleta Tirkiyê bi awayekî avaker di agirbesta nakokiya li Qerebaxê de rol bilîze.

Erdogan û Pûtîn derbarê rewşa Sûriyê û Lîêbyayê jî gotûbêj kirin û xwest ku bila krîza Sûriyê ji riya siyasî çareser bibe, eva di rewşekê de ye ku dewleta wî  bi hevkariya terorîstan parek mezin ji axa Sûriyê dagîr kiriye û li gor gotina rayedarên derecebilind ên sûrî dixebite demografiya wan deverên dagîrkirî biguhere û bike tirkî.

Yeketiya Ewropayê jî ji Tirkiyê xwestibû ku hêzên xwe ji Sûriyê derxîne ku eva bûbû sedema hêrsbûna rayedarên tirk bi taybet Erdogan bi xwe. 

Serepeyv