Rojnama Yeni çağ: Lavrov bi tundî ji Tirkîyê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320433-rojnama_yeni_çağ_lavrov_bi_tundî_ji_tirkîyê_rexne_kir
Rojnama Yeni Çag’ê di serdêr û rûpela xwe ya yekem da cî daye Lavrov û nivîsîye: Pişta Yêrîwanê girt û Tirkîye tawanbar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2020 08:34 Asia/Tehran
  • Rojnama Yeni çağ: Lavrov bi tundî ji Tirkîyê rexne kir

Rojnama Yeni Çag’ê di serdêr û rûpela xwe ya yekem da cî daye Lavrov û nivîsîye: Pişta Yêrîwanê girt û Tirkîye tawanbar kir.

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji ber helwestên Tirkîyê yên têkildarî dosîya Qerebaxê bi tundî rexne kir û got: Tirkîye divê li ser karên ku li Qerebaxê kirine, zelal be. Me çend caran ji Elîyêv re gotîye ku vê qeyranê rêçareya leşkerî tineye. Nabe Tirkîye ev qasî pêkutîyê ser rêçareya leşkerî bike. Tirkîyê di vê mijarê de tam pişta Komara Azerbaycanê û bijareya leşekrî digire û eva karekî şaş e.

Lavrov di dewamê de got: Em li ser Qerebaxê wek Tirkîyê nafikirin. Me tu caran negotîye ku Enqere şirîkê stratejîk ê Moskowê ye.