Cotmeh 11, 2020 13:12 Asia/Tehran
  • PKK: Fermandarê me Egîd Civyan jiyana xwe ji dest da

PKKê îro aşkere kir, ku Endamê Konseya Fermandariyê ya PKK’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ku demekê li Şingalê jî bû, tevî du gerîlayên din, roja 11ê Îlonê di êrîşeke Tirkiyê de li herêma Botanê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargerha Navenda Parastina Gel ragihand: "Endamê Konseya Fermandariyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Fermandarê Herêma Botanê, Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda di êrişeke artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane."

Egîd Civyan bi navê xwe yê resen Vahdettîn Karay xelkê navça Geverê ya parêzgeha Colermêrgê bû û di dema êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê de, tevî hejmarek hêzên PKKê ji bo rizgariya kurdên êzidî çûbû Şingalê û bo dema çend salan li Çiyayê Şingalê mabû.

Di daxuyaniya Biryargerha Navenda Parastina Gel de tê gotin, “11ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî dijî hêzên  Tirkiyê de fermandarê hêzên ku li Şengalê li dijî fermana li ser civaka êzidî têkoşiyan, endamê Konseya Fermandariyê ya PKK’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay)  bi du hêzên din ên bi navên Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs)  jiyana xwe ji dest dan.

Serepeyv