Agirî- Leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û yek jî birîndar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320309-agirî_leşkerekî_tirkiyê_hatiye_kuştin_û_yek_jî_birîndar_bû
Medyaya Tirkiyê belav kiriye li Agiriyê di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên PKK de, şer derket di encama wî şerî de, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2020 08:20 Asia/Tehran
  • Agirî- Leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û yek jî birîndar bû

Medyaya Tirkiyê belav kiriye li Agiriyê di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên PKK de, şer derket di encama wî şerî de, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê belav kiriye duhê êvarê derengê şevê li navça Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê li rojhilata Tirkiyê, di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKK de, şer derketiye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Li gor zanyariyên medya Tirkiyê, leşkerê birîndar bo Nexweşxana Dr. Yaşar Er Yilmaz ya Dewletê li navçeya Bazîdê hatiye veguhestin.