Tirkiye 10 Cotmehê- 56 kesên din bi Koronayê mirine
Cotmeh 11, 2020 09:50 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Tirkiye derbarê amara Koronayê ya 10 Cotmehê ragihand di nava 24 saetên dawî de yek hezar û 649 kesên din bi Koronayê ketin û 56 kes jî bi Koronayê mirine.
Êvara roja şemê Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de 56 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 1.649 kes bi Koronayê ketine, 1. 391 kes baş bûne û 113 hezar û 102 test jî hatine kirin.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî, heta niha li Tirkiyê 8 hezar û 778 kesan canê xwe ji dest dane, 334 hezar û 31 kes bi Coronayê ketine, hezar û 414 nexweş di jêr çavdêriya hûr de ne, 293 hezar û 145 kes baş bûne û 11 milyon û 506 hezar û 414 test hatine kirin.