Cotmeh 08, 2020 17:55 Asia/Tehran
  • Berteka Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derheqê pêşniyara Rûsiyê derbarê pevçûna Qerebaxê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê wek berteka derbarê pêşniyara Rûsiyê derbarê agirbesê li Qerebaxê, helwêsta Enqerê derbarê pêwîstiya paşvekişiyana hêzên Ermenistanê ji vê navçeyê dubare kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya ajansa Anatoliyê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bi vê îdiayê ku em nikarin sî salên din jibo çareserkirina Qerebaxê sebr bikin, got: Divê dewsa agirbesê daxwaza paşvekişiyana Ermenistanê ji van navçeyan bikin.

Wî her wiha got: Aniha derfeteke baş jibo rêbazên çareserkirina vê gengeşeyê û wergirtina piştgiriya navneteweyî heye.

Duh Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê got ku Moskova daxwaza pêkanîna agirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê di dema herî lez a pêkan da ye.

 

Serepeyv