Îdiaya Erdoxan: "Hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê demkî ye"
Cotmeh 08, 2020 15:14 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê soz da ku hêzên leşkerî yên vî welatî li Sûriyê dê nemînin.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Receb Teyib Erdoxan serokoamrê Tirkiyê derbarê hêzên çekdar ên Tirkiyê li Sûriyê îdia kir ku hebûna hêzên vî welatî jibo parastina aram î ûewlehiyê li Sûriyê ye û dema ku qeyran bi awayê hertim were çareserkirin, artêşa Tirkiyê dê terka Sûriyê bide.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Tirkiyê bi mehaneya "Têkoşîna dijî têrorîsmê", beşeke bakurê Sûriyê dagir kiriye û komeke çekdarên Tirkiyê hema wisa li van navçeyan in.