Rapora YE: Tirkiye her ku diçe dûr dikeve
Di raporê Yekîtiya Ewropayê (YE) de ya têkildarî endametiya Tirkiyê, tê gotin şertên ji bo endamtiya yekîtiyê nayê bicihanîn û her ku diçe ji vê îhtîmalê dûr dikeve.
Rojnama Dîe Weltê ji Rapora Pêşketinê ya endamtiyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ku dane ber Parlemana Ewropayê hin beş par ve kirin. Li gorî vê tê gotin Tirkiye her ku diçe ji riya endamtiyê dûr dikeve.
Li gorî raporê şansê Tirkiyê ya ji bo endamtiya YE'yê her roja ku diçe kêmtir dibe. Enqere li dijî gendeliyê ti gav neavêtiye, derheqê aboriyê fikarên giran hene. Her wiha tê diyarkirin li Tirkiyê bi rejîma Erdogan re 'rêgeza cihêbûna hêzan' ne çalak e.
Di raporê de tê diyarkirin Tirkiye li ser mijarên sereke ku di mûzakereyên endamtiya YE'yê de derketine pêş tiştek nekiriye, tê gotin, ''Tirkiye her ku diçe bêhtir ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve, li ser mijarên demokrasî, dewleta hiqûqê, mafên sereke û serxwebûna teşkîlata dadweriyê û darazê bi paş ve diçe''
Her wiha li ser tevgerên Tirkiyê yên li Deryaya Spî yên derveyî qanûnê tê gotin ku Tirkiye guh nade ser daxwazên welatên cînar û YE û daxuyaniyên bi provakation dide.
Di raporê de her wiha tê diyarkirin rewşa mafê mirovan nexasim ji 15'ê Tîrmeha 2016'an û vir ve gelekî kambax bûye.