Cotmeh 04, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Şirnex; Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in

Li gundê Bilbesê yê Bêşebabê ser bi Şirnexê berhevkirina gûzan dest pê kir. Îsal ji ber bereketa gûzan bi qasî gundiyan seforî (simolek) jî dilxweş in.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li gundê Bilbes ê navçeya Bêşebab a Şirnexê berhevkirina gûzan dest pê kir. Gundê Bilbesê bi qasî 13 kîlometreyan dûrî bajêr e û bi dargûzên xwe yên zêdetirî 15 metreyan bilind in bi nav û deng e. Her wiha hingî dar bilind in, berhevkirina gûzan jî zehmet e. 

Welatiyên ku serê sibehê zû bi kamyonê dikevin rê, bi werîsan diçin ser daran. Ê diçe ser dargûzê darê dihejîne ên din jî gûzên ji darê dikevin berhev dikin. Dû re gûzên tên berhevkirin li ser banê xêniyan tên hişkkirin. 

Nebî Cîn ê 73 salî, diyar kir ku zehmtiya gûzan bilidnbûna daran e û got, ji ber vê gelek kes ji daran ketine û birîndar bûne. Cîn, diyar kir ku gûzên gundê wan gûzine baş in û got, ji bo dar gûzan baş bigire 40 salan darê mezin dikin. Cîn, anî ziman ku gûz ji bo wan pir biqîmet in û got, lewma dargûzê nadin bi tu tiştî. Cîn got: "Gûz, ji bo siheta mirov jî pir

baş e. Berhevkirina wan û xwedîkirina darên wan pir zehmet e. Zivistanê wexta mêvanên me tên em didin ber wan." Her wiha Cîn, diyar kir ku îsal dargûzên wan biberekt bûne û xwest kesên daran dihejînin baldar bin. 

SIMOLEK Û DARKUTIK JÎ DILXWEŞ IN! 

Ji xeynî gundiyan seforî  û darkutik jî ji berhemdariya dargûzan dilxweş in û ev dilxweşiya wan li ser daran xwe dide der. seforiyên ku ji xwe re gûzan berhev dikin bi qasî xwediyên

dargûzan dilxweş in. Li gor gundiyan gava gûz pir bin dengê seforî û darkutikan jî pir dertê.

Serepeyv