Li Tirkiyê 65 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Cotmeh 01, 2020 08:43 Asia/Tehran
Li Tirkiye di 24 saetn borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 195 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye di 24 saetên borî de 1391 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 318 hezar û 663 kesan.
Herwiha di 24 saetan de 1245 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 279 hezar û 749 kesan.