HDP: Operasyona dawîn dewama qirkirina siyaseta demokratîk e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319881-hdp_operasyona_dawîn_dewama_qirkirina_siyaseta_demokratîk_e
Berdevka HDPê dibêje, dawîn operasyona li dijî partiya wan “dewama qirkirina siyaseta demokratîk e û li ser şexsê HDPê dixwazin derbek li demokrasîyê bixin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2020 05:27 Asia/Tehran
  • HDP: Operasyona dawîn dewama qirkirina siyaseta demokratîk e

Berdevka HDPê dibêje, dawîn operasyona li dijî partiya wan “dewama qirkirina siyaseta demokratîk e û li ser şexsê HDPê dixwazin derbek li demokrasîyê bixin.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê dawîn operasyonên li dijî endam û alîgirên wê partiyê de ev operasyon wek “kiryareke siyasî” binav dike û amaje bi wê dike, “desthilata AKPê ev 5 sal in bi awayekî sîstematîk van operasyonên sîyasî didomîne. Operasyona ku hat kirin jî dewama qirkirina sîyaseta demokratîk e û li ser şexsê HDPê dixwazin derbek li demokrasîyê bixin.”

Berdevka HDPê rexne li dadgehan jî digire û dibêje, “Biryara van operasyonan biryareke sîyasî ye û dadgeh jî bûne alavên vê siyaseta qirêj û dijminane. Ev çend sal in daraz ji peywira xwe bi dûr ketiye û li gor talîmatên desthilatê dimeşe.”

Ebru Gunay dibêje, dawîn operasyon bi hinceta bûyerên Kobanî yên 6-8ê Cotmehê hatin kirin û red dike ku ti peywendiya HDPê bi wan bûyeran hebe û dibêje “Ev yek hêla hiqûqê ve jî wisa ye. Tu delîl tune ne lêbelê êdî em dizanin ku ev desthilat û dadgehên wê li gor delîlan biryaran nadin li gor fikrên xwe yên siyasî biryaran didin.”

Gunay bibîr dixe, “Wek HDP me gelek caran ji meclisê bi awayekî fermî daxwaz kir ku bûyerên Kobaniyê bên lêkolînkirin. Hemû pêşniyaznamên me hatin redkirin. Desthilat tu car naxwaze ew bûyer bên ronîkirin. Çimkî dizane rastî li dijî wan e. Dizane ku yên hatine qetilkirin bi destê peywirdarên dewletê hatin kuştin û 34 kes ji wan endamên HDPê bûn û lewma naxwazin heqîqet derkeve holê.”

Berdevka HDPê diyar dike, “Êrişên li ser HDPê heta niha bi gelek awayan berdewam kirin. Lêbelê HDPê tu car li hember van êrişan çok daneanî û ji rêya xwe venegeriya. Ji têkoşînê bi dûr neket û her tim bi gel re dest bi dest mil bi mil meşiya. Desthilat dizane ku li hember polîtîkayên wan hêza herî xurt HDP ye. Lewma jî her tim êrişî HDPê dike. Lê belê ev êriş duh jî bi ser neketin dê îro jî bi ser nekevin. Ji ber ku HDP hêza gel e. Hêza gel tu car têk naçe. Û ev hêz dê dawî li vê desthilata xespker bîne.”