Serokomarê Tirkiyê û sekreterê giştî yê NATO'yê bi riya telefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319818-serokomarê_tirkiyê_û_sekreterê_giştî_yê_nato'yê_bi_riya_telefonê_axivîn
Serokomarê Tirkiyê di têkiliya telefonî digel sekreterê giştî yê NATO'yê derbarê alûgorên vê dawiyê li Yûnanê û Deryaya Sipî pêra axivî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2020 17:06 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê û sekreterê giştî yê NATO'yê bi riya telefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyê di têkiliya telefonî digel sekreterê giştî yê NATO'yê derbarê alûgorên vê dawiyê li Yûnanê û Deryaya Sipî pêra axivî.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Haber7ê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tikriyê di têkiliya telefonî digel Yêns Stûlênbêrg sekreterê giştî yê NATO'yê derbarê alûgorên vê dawiyê li Yûnanê û Deryaya Sipî pêra axivî..

Stûlênbêrg piştî vê têkiliyê ragihand: "Him Tirkiye û him Yûnan hevpeymanên me yên binirx in. NATO jibo gotûbêj û diyalogê dê rewşê amade bike. Me bi Erdoxên ra derbarê rewşa rojhilata Deryaya Sipî û bûyerên nexwestî ku li wir qewimîne, aixîn. Bi mebesta pêşîlêgirtin li her cûre bûyereke nebaş li rojhilata Deryaya Sipî, emê kiryarên xwe li NATO'yê bidomînin."