Îlon 23, 2020 18:06 Asia/Tehran
  • Pêşbîniya daketina berdewam a buhayê Lîreyê Tirkiyê bandora wê ser zêdebûna zamê

Banka navendî ya Tirkiyê pêşbîniyên xwe derbarê zêdebûna buha û nirxê Dolarê amrîkî li hemberî Lîra tirkî di vê salê de zêde kir.

Qeyrana aborî ya ku li Tirkiye ew 3-4 sal in berdewam e, bi bandora vîrûsa Koronayê ew girantir dibe. Kêmûna berhemanînê ya li vî welatî dike ku hawirdekirin zêde bibe û ew jî bihayê dolar berz dike li hemberî Lîreyê Tirkiyê. Di hefteya dawîn de pêleke nû li nirxê diravan rabû û bihayê dolar li hemberî lîre ku 7 lîre û 34 qurişan bû gihîşt 7 lîre û 66 qurişan. Li aliyê din lawazbûna rezervên banka navendî jî rê nade da midaxale li berzbûna dravan bê kirin. Di vê navberê de nirxê zamê ji sedî 10.82 gihêşte sedî 11.46.

Pêşbîniya hanê bi dû anketa Banka Navendî ji 59 nûnerên beşa xusûsî, aborzanan û beşa fînansî ya vî welatî pêk hatiye. 

Jordaçûna nirxê dolar li hemberî Lîreyê Tirkiyê careke din gihîşt lûtkeyeke rekorane û nirxê lîreya Tirkiyê li hemberî Dolarê amrîkî li vê salê sedî 21 kêm bûye. Aboriya Tirkiye ku çend sal in di nava qeyraneke giran re derbas dibe, bi lêhatina vîrûsa Koronayê re rewş aloztir dibe. Ji ber ku berhemanîn di asteke nizm de ye, qebareya hawirdeyê ku bi dolar tê kirin her zêde dibe. Ew jî dike ku hêza lîre li beramber dolar her kêm bibe. Li gorî pisporan êdî pêwîstî ne bi rêgiriyên demkî lê bi gav û revîzyonên mayînde heye.

Li gorî pêşbîniya banka Navendî ya Tirkiyê nirxê geşedana aborî yaTirkiyê di dawiya vê salê de negatîv 1,6 bû lê aqubet gihêşte 1.5 neyîn (negatîv). Li gor pêşbîniya hanê  nirxê geşedan û pêşketina aborî ya Tirkiyê di sala 2021 ji sedî 4.3 wê kêm bibe û bigihêje sedî 4.2. 

Li aliyê din dêynên Tirkiye jî bûne barekî giran ji bo wezareta darayî û aboriya giştî ya vî welatî. Bi giştî deynên Tirkiye nêzikî 500 milyar dolarî bûne.  Companiyên weke Fitch Ratings û SP derencama aborî ya Tirkiye di asteke metirsîdar de dinirxîne. Bihayê xwarin, vexwerin, cilûberg, derman û hemû pêdivî û kelûpelên din di nava salekê ji sedî 70 zêde bû ye. Herereta dolar weke gelek welatên din dahatûya Tirkiye jî anîye qonaxeke bi guman û metirs.

Serepeyv