Rexnekirina rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li Tirkiyê
Alîkarê civata ziman û çanda kurdî li Tirkiyê rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li parzêgeha kurdnişîn a Wanê rexne kir û ev kiryara weke beşek ji hewldana Enqerê bona jinavbirina zimanê gelê kurd ê Tirkiyê da zanîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Bawer Bereşo, alîkarê civata ziman û çanda kurdî ya Tirkiyê bal kişand ser kiryarên şaredariya navça kurdnişîna Çalduranê ya parêzêeha Wanê li wêdevirina navên kurdî yên kolan û taxan û got: Ev kiryara tê vê wateyê ku hikûmeta Tirkiyê nikare hebûna zimanê kurdî tamul bike.
Bawer Bereşo got: Li her derê Tirkiyê dikarin xêncî tirkî, hin tabloyan bi zimanên farisî, erebî û inglîz bibînin û bi tenê li hember zimanê kurdî ev reftara heye.
Zimanê kurdî heta sala 2001`an li Tirkiyê tam qedexe bû lê li sala 2011`an hîndekariya zimanê kurdî ji hêla siyasetvanên kurd bi taybet partiya kurdî ya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ku 20 nûnerên xwe li parlemana Tirkiyê hebûn hat hilêxistin.